Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

Li ber me rejîma AKPê û Erdoğan ên ku ev serê 14 salan e li Tirkiyeyê desthilatdarî di destê wan de ne, bi tundiya karakterê kapîtalîzmê ya ku şertên jiyanê bi sînor dike, nîşanî me dide ku çawa ber bi faşîzmê ve diçe. Hikumeta AKP’ê ya ku pêkutiya xwe bi hilbijartinên Hezîrana 2015’an zêde dike, li hemberî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an (Pêngava Darbeyê ya FETÖyê) bi darbeyeke dijber bersiv daye û bi bikaranîna şertên Rewşa Awarte, pêkutiya xwe zêdetir kiriye.Vê rejîma tirsê ya ku AKPê daye ava kirin bûye sedem ku bi hezaran mirovên ku ji pîşeyên cihê ji karên xwe hatine avêtin û bi hezaran ji wan jî hatine girtin. AKP bi keysparêziya OHALê (Rewşa Awarte), pê li ser hemû deng, tevger û avadaniyên cihê kutaye. Bi vê rejîma tirsê ya ku hatiye ava kirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdan, tevgerên karkeran, rêxistinên siyasî, çapemeniya azad, jin û endamên LBGTİyan, tevgerên otonomiyê, komele û saziyên civakî yên sivîl, ermen, alevî û êzidî û gelên din, komên ku ola îslamê ji AKPê cihêtir şîrove dikin bi tawana terorîzmê tên bêdeng kirin. AKP a ku li welêt polîtîkaya tundî û şer dide meşandin, di heman demê de bi sûdwergirtina şer û aloziyên li herêmê, li Rojhilata Navîn li dijberî tevgerên cihê derdikeve.

Hikumetên Yekîtiya Ewrûpayê, li hemberî polîtîkayên Erdoğan û AKPê yên talan, pêkutî û wêrankirinê bertekeke tund nadin, pişta Erdoğan digirin. Hemû rejîmên li vê erdnîgariyê, bi bikaranîna polîtîkayên faşîzan, hewl didin mirovên “mêr, takekesparêz, îtaatkar û berxwir” ava bikin. Ewrûpa ya ku kategoriya bi guman a Erdoğan qebûl dike, van polîtîkayên hanê li hemberî me dide xebitandin û pê li ser têkoşerên Tirk dikute (Doza ATİKê lûtkeya van polîtîkayan e). Hikumeta li Yewnanistanê mînakeke vê pêvajoyê ye . (Serokê me yê hêja Tsipras di sala 2015 û 2016’an de çû serdana Tirkiyeyê û bi taybetî piştî serdana pêşîn li hemberî têkoşerên ji Tirkiyeyê hatine, zextên xwe zêde kir.) Ewrûpa ya ku mafên mirovan diparêze, dîsa li gorî peymanên berjewendiyê, diyar dike ku hevalbendiya rejîmênn dîktator dike. Şêwejiyana Rojavayî, bi propagandaya emperyalîst a ku dibêje nirxên me (aştî, azadî, mafên mirovan) ji aliyê Terorîzma Îslamî tê tehdît kirin, armanca wan ev e ku berxwedanên gel wekî sûc werin qebûl kirin û muxalefeta siyasî –ji ku û ji kê were- werin bêdengkirin.

Em ji dostên xwe yên li Tirkiyeyê re dixwazin bibêjin ku;

Rêhevalên hêja, li vê quncika biçûk a dinyayê em li têkoşîna we temaşe dikin. Li hemberî faşîzma ku nahêle hûn li jîngeh û taxên xwe bêhnekê bistînin, em dizanin ku li Tirkiyeyê dîrokeke dirêj û bi rûmet a gelan heye. Em dizanin ku li hemberî pêkutiyan li ber xwe didin û cîhanên nû li jêr şertên gelekî dijwar ava dikin. Em ji têkoşîna we best û cesaretê werdigirin. Bi vê têkoşîna we ya bi rûmet em dizanin ku dê vê ceribandina civakî pêk neyê. Em silavên xwe ji we û ji têkoşîna we re dişînin.

Rêhevalên li Yewnanistanê, her tim dibêjin ku çalakiyên hevgirtinê yên ji dostên me yên li Tirkiyeyê bi qîmet e. Ji ber vê jî me jî xwest em vê tekstê binivîsin. Em hêvîdar in ku dengê me yê biçûk, dê têkoşîna cînarên me û deng û çalakiyên hevgirtinê bîne ba hev.

Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

Destê xwe nedin dostên me yên li Tirkiyeyê!

Girtiyên siyasî demildest serbest berdin!

Pêngava Hevgirtina Enternasyonalîst a Rethymnoyê (Gîrît)

Grekî

Tirkî

Advertisements

2 thoughts on “Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

  1. Pingback: Ρέθυμνο: Αλληλεγγύη στους αγωνιζόμενους για την κοινωνική απελευθέρωση και ενάντια στο φασισμό! |

  2. Pingback: Özgürlük için ve faşizme karşı mücadele verenlerle dayanışma! |

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s